Nach Genre filtern

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

3895 - Kurte Nûçeyên roja Înî 3î Nîsana 2024
0:00 / 0:00
1x
  • 3895 - Kurte Nûçeyên roja Înî 3î Nîsana 2024

    Nûçeyên di buletena roja Înî de: Dozgerê Giştî Mark Dreyfus bang li eniyeke yekgirtî li dijî tundiya li ser bingeha zayendî dike… Piştgirên Felestînê û yên li dij xwepêşandan li zanîngeha Sydney kirin… Û di werzîşê de, Dozgerek dibêje lîstikvanekî Manly Sea Eagles piştî danişîneke perwerdehiya "neguncaw" mir. Ew nûçe û nûçeyên din di buletenê de hene.

    Fri, 03 May 2024 - 06min
  • 3894 - Dozgeriyê derbarê mirina Elçî de daxwaza beraeta polîsan dike

    Serokê Baroya Amedê yê wê demê Tahir Elçî di sala 2015'an de di encama pevçûneke di navbera polîs û çekdarên PKK de hatibû kuştin. Di 25'ê Nîsana îsal de îdianameya dozger pêşkêşî dadgehê hatibû kirin, li gorî îdianameyê, bersûcan di parastinên xwe de îdiayên der barê wan de red kirine. Û hat diyarkirin ku di qeydên kamerayê de dîmenên kêliya gulebarana Elçî nayên dîtin.

    Fri, 03 May 2024 - 12min
  • 3893 - Yekemîn Festîvala dîlanên kurdî li Dihokê hat pêk anîn

    Yekemîn Festîvala Dîlanan li Dihokê destpêkir ku hejmareke ji çalakiyên cuda di çarçoveya festîvalê hatin kirin. Festîval ji aliyê Rêxistina Semayê ya Kulturî ya Kurdistanê bi hevkariya Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Zanîngeha Dihokê hat birêvebirin. Zêdetir derbarê festîvalê û pirsgirêka kêmbûna dermanan û çareserkirina wê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

    Thu, 02 May 2024 - 11min
  • 3892 - Nûçeyên roja Pêncşemê 2î Gulana 2024

    Di vê bûleletenê de: Serokwezîrekî nû ji bo Giravên Soleman tê helbijartin ... Serokwezîr Albenese hewil dide ku Australîyan piştrast bike çewisandinek li ser naveroka tundûtûjiya serhêl dê li ser axaftina azad nebe asteng… û nûçeyn din hene.

    Thu, 02 May 2024 - 12min
  • 3891 - Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 1î Gulana 2024

    Di vê buletenê de: Jinên ku ji ber tundûtûjiya nav malê direvin di bin plana hukûmeta federal de 5000 dolar alîkarî bo wan heye… Û di tenîs de, Rafael Nadal bi hestyarî xatirê xwe ji girseyê li Madrîd Open xwest. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

    Wed, 01 May 2024 - 05min
Weitere Folgen anzeigen