Filtrer par genre

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

4766 - Nexweşiyên biharê: Tiştên ku divê hûn bizanibin
0:00 / 0:00
1x
  • 4766 - Nexweşiyên biharê: Tiştên ku divê hûn bizanibin

    Bi hatina biharê re li Australya, pispor ji xelkê dixwazin ku di tedbîrên pêşîlêgirtina nexweşiyên demsalî de hişyar bin, ji ber ku nexweşiyên sîstêma nefesê di nav xelkê de belav dibin, û tê payîn ku asta bilind a toza kulîlkan (pollen) di biharê de bibe sedema nîşanên asthma û alerjiyê.

    #sbsaudiopodcast

    Fri, 11 Sep 2026 - 09min
  • 4765 - Nuçeyên roja Pêncşemê 10 09 2026

    Di vê bûletene de: Koalîsyon qanûna pêşniyarkirî ya hukûmetê ya Erka Lênerîna Dîjîtal şermezar dike... Rûniştina 81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji aliyê serokê nû Xelîlûr Rehman ve hate vekirin... Û di werzîşê de, Elena Rybakina dibe yekem lîstikvana ji Kazakistanê ku di rêza yekem a cîhanê ya tenîsê de cih digire. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

    #sbsaudiopodcast

    Thu, 10 Sep 2026 - 14min
  • 4764 - Sydney’s Botanic Gardens burst into bloom this spring - Baxçeyê Botanîk yê Sydney vê biharê bi kulîlkan hatiye xemilandin

    With spring now in full bloom, the Botanic Gardens of Sydney is bursting with colourful blooms, fragrant flowers and activities for visitors of all ages. Speaking to SBS Kurdish, Paul Nicholson, who has worked at the gardens since 1993 and is now Manager, Volunteer Programs, reflects on the gardens’ rich history, their role in the community and why they remain an important part of Sydney today. - Niha ku demsala biharê bi tevahî geş bûye, Baxçeyên Botanîk ên Sydney bi kulîlkên rengîn, kulîlkên bînxweş û çalakiyên ji bo serdankerên ji her temenî tije bûne. Paul Nicholson, ku ji sala 1993yan vir ve li van baxçeyan kar dike û niha Rêveberê Bernameyên Dilxwaziyê ye, di hevpeyvînekê de ligel SBS Kurdî de, behsa dîroka dewlemend a baxçeyan, rola wan a di nava civakê de û sedemên ku çima ew îro jî beşekî girîng a Sydney ne, dike.

    #sbsaudiopodcast - #sbsaudiopodcast

    Thu, 10 Sep 2026 - 11min
  • 4763 - Hevşaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizraklî piştî 7 salan zindan azad bû

    Hevşaredarê berê yê Amedê, Selçuk Mizraklî, piştî heft salan ji Girtîgeha Edirneyê hate berdan. Piştî ku Mizraklî ji bo namzediya Amedê hate destnîşankirin, li ser îdiayên ku ji aliyê jinekê ve hatibûn kirin, doz li dijî wî hate vekirin. Jina ku bûbû îtirafkar, tawanbarî li dijî Mizraklî kir û doz li dijî wî bi tawana endambûna rêxistineke terorê 7 sal û çar meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ew pişt kutakirina cezayê xwe hat berdan.

    #sbsaudiopodcast

    Thu, 10 Sep 2026 - 10min
  • 4762 - Ciwanên Kurd ji Lîbyayê rizgar bûn û vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Hukûmeta Iraqê hewl dide ku PKK û komên din ên girêdayî bi wan ku li Şingalê ne çekên xwe radest bikin, pêkhateyên xwe yên çekdarî hilweşînin û endamên xwe tevlî hêzên Iraqî bikin. Li alîyekî din, Hukumeta Herêma Kurdistanê vegerandina 33 ciwanên kurd ragihand, ku zêdetirî mehekê di zîndanên Lîbyayê de mabûn. Li gorî amarên Fermangeha Medya û Zanyariyê, heta niha 335 kes ji Lîbyayê hatine rizgar kirin.

    #sbsaudiopodcast

    Thu, 10 Sep 2026 - 09min
Afficher plus d'épisodes