Filtra per genere

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

4780 - Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din
0:00 / 0:00
1x
  • 4780 - Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 24/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîna bi oparêzerê koçberiyê Hîwa Zendî derbarê guhertinên nû di qanûnên koçberiyê de. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

    #sbsaudiopodcast

    Tue, 29 Sep 2026 - 55min
  • 4779 - Daxwaza edaletê ji bo kuştina Musa Enter û serkeftina Amedsporê

    Rewşenbîrê Kurd Musa Enter, 34 salan berê li Amedê li taxa Seyrantepe, di temenê 78 salî de bi destê hêzên tarî hate kuştin. Doza wî demeke dirêje hatiye girtin. Kujer nehatin eşkerekirin. Di bîranîna wî de kurê wî û şagirdên Musa Enter doza edaletê daxwaz kirin. Amedspor li sehaya xwe tîmê navdar yê Tirkan Beşîktaşê 3-2 têk bir. Ev serkeftin Amedsporê kir e yekemîn di rêza serkeftina tîman de. Bi hezaran alîgir bi kêfa coş serkeftina tîmê xwe heta sibehê şahî kirin.

    #sbsaudiopodcast

    Fri, 25 Sep 2026 - 11min
  • 4778 - Nuçeyên roja Pêncşemê 24 09 2026

    Di vê bûletene de: OpenAI piştî binpêkirina Medicare ji aliyê ajanekî AI ve, fermana nirxandinê dide... Xi Jinping ji bo hevdîtinên bi Donald Trump re gihîşt Washingtonê... Socceroos amadekariyan dikin ku sibê Înê li Queensland li dijî Brezîlyê bilîzin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

    #sbsaudiopodcast

    Thu, 24 Sep 2026 - 10min
  • 4777 - Guhertinên nû di qanûnên kuçberiya Australya de

    Wezîrê Koçberî û Hemwelatiya Australya di qanûnên koçberiyê de komek guhertinên nû anîye meriyetê. Parêzerê koçberiyê Hîwa Zendî di vê hevpeyvînê de derbarê bandora van guhertinan li ser xwendekarên navneteweyî, vîzeyên demkî û kesên ku bi guherandina vîzeyan hewl didin li Australya bimînin, agahiyan dide.

    #sbsaudiopodcast

    Fri, 25 Sep 2026 - 09min
  • 4776 - Nêzîkî 70 kes li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê jehrî dibin

    Li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê, nêzîkî 70 kes jehr dibin. Li gorî agahiyan, duner kebaba ku li ser erebeyekê hatibû firotin û bi awayekî neyasayî û bê destûr ew xwarina hatîye firotin. Kesên ku jehrî bûne, tûşî zikçûn û vereşiyê bûne.

    #sbsaudiopodcast

    Wed, 23 Sep 2026 - 07min
Mostra altri episodi