Filtrar por gênero
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne.
Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
- 391 - Berlîn: Festîvala Edebiyata Sirgûnê ya Kurdî
Ji 29’ê Gulanê heta 2’ê Hezîranê li Literaturhaus Berlin'ê Festîvala Edebiyata Kurdî ya Sirgûnê "Dengê min tê te?" tê li dar xistin.Em jî yek ji amadekarên vê festîvalê bi Dr. Dawit Yeşîlmen re him li ser bernameya festîvalê him jî li ser edebiyata Kurdî ya sirgûnê dipeyivin.
Fri, 17 May 2024 - 27min - 390 - Hewlêr: Çalakiya hunerî ya Goethe-InstitueFri, 10 May 2024 - 27min
- 389 - Shahmaran: Muzîka Kurdî ya Elektronîk
Di çarçoveya projeya Şahmaran de çanda kevnar a Kurdî ya çîrokbêjî û dengbêjî bi muzîka elektronîk ji nû ve tê şîrove kirin. Em jî bi muzîkjen Mustafa Demîr re li ser muzîka elektronîk a Kurdî û li ser projeya wan a bi navê Şahmaran dipeyivin.
Fri, 03 May 2024 - 34min - 388 - Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê dikeFri, 26 Apr 2024 - 25min
- 387 - Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê
Di navbera 25 û 27’ê Nîsanê de yekemîn festîvala fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê bi rê ve diçe û fokusa îsal jî Êzîdî ne. Em jî bi yek ji amadekarên vê festîvalê bi Talat Ekinci re dipeyivin
Fri, 19 Apr 2024 - 24min - 386 - Belçîka: Êrîşên nijadperest ên ser Kurdan
Di 24’ê Adarê li Belçîka’yê bi dehan nijadperestên Tirk, ku di li pêşiya maleke Kurd kombûbûn û hewl didan tevî kesên li hundir agir bi malê xin. Hevdem vê dawiyê dadgeha bilind a Belçîkî cezayê du sîxurên îstîxbarata Tirk MIT’ê, ku ji ber plansaziya suîqasta hin siyasetmedarên Kurdan kiribûn, pesend kir.
Fri, 12 Apr 2024 - 26min - 385 - Hilbijartinên herêmî li TirkiyêFri, 05 Apr 2024 - 20min
- 384 - Soleen Yusef, senarîst û derhêneFri, 29 Mar 2024 - 35min
- 383 - 30 saliya Civaka Kurdî ya Almanya'yêFri, 22 Mar 2024 - 28min
- 382 - Mafên mirovan ji bo hemûyan - bi hev re li dijî nijadperestiyêFri, 15 Mar 2024 - 25min
- 381 - HRW: Tirkiye li Rojava dibe şirîka sûcên şerrî
Rêxistina mafên mirovan HRW di rapora xwe de dibêje, Tirkiye li Rojava êrîşî binesaziya sivîl dike û li herêmên dagirtî yên wekî Efrîn'ê ji ber sûcên çeteyan berpirsiyar e.
Fri, 08 Mar 2024 - 33min - 380 - Iraq: Rêkeftina nepenî ya penaberan:
Lêkolîna rojnamegeran derxist holê, ku Almanya'yê bi Iraq'ê re rêfektineke ji bo vegerandina koçber û penaberan girê daye lê belê ev rêkeftin ji raya giştî tê veşartin.
Fri, 01 Mar 2024 - 23min - 379 - Roja Zimanê Dayîkê û Dersên Kurdî
21’ê Sibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye. Emê jî bi boneya vê rojê ji Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEKMAL’ê bi birêz Şerîf Derînce re him li ser sempozyûma wan a ser zimanê Kurdî û herweha derfet û zehmetiyên pêşiya dersên zimanê Kurdî yên li Almanya’yê bipeyivin.
Fri, 23 Feb 2024 - 37min - 378 - Êdî ji bo penaxwazan perê neqdî nîne
Hikûmetê dawiya parsal di warê alîkariya darayî ya ji bo penaxwazan de biryara guhertinekê dabû. Li gor vê yekê penaxwaz dikarin alikariya darayî bistînin lê belê di teşeyeke din de.
Fri, 16 Feb 2024 - 23min - 377 - Swêd radyoya Kurdî digire
Radyoya Swêd’ê biryara girtina beşa Kurdî da. Biryarê gelek pirs û nîqaş jî bi xwe re anîn. Gelo ev yek li ser daxwaza Tirkî hat yan na? Em jî vê pirsê ji beşa Kurdî ya radyoya Swêd’ê, ji Rojnameger Beşir Kavak dikin.
Fri, 09 Feb 2024 - 26min - 376 - Darvekirinên li Îranê / 1 sal piştî erdhejên li Sûriye û TirkiyeFri, 02 Feb 2024 - 33min
- 375 - Almanya li dij rastgiran ser piyan e
Deh rojên buhurî li seranserî Almanya’yê xwepêşandanên dij AfD û rastgirên tundrew hatin li dar xistin, ku tê de zêdeyî milyonek kes beşdar bûn. Sedema van xwepêşandanan civîneke nepenî ya AfD’ê bû, ku tê plansaziya sirgûn kirina biyaniyan dihat kirin, çi koçberên nû çi jî hevwelatiyên Alman bin. Em ji Civata Kurdî ya Almanya’yê bi birêz Mehmet Tanriverdi re li ser AfD, xwepêşandanên girseyî û encamên wan ên pêkan dipeyivin.
Fri, 26 Jan 2024 - 27min - 374 - Îran êrîşî Hewlêr û Sûrî dike
Hefteya buhurî Pasdarên Îran’ê bi mûşekan êrîşî paytextê Başûrê Kurdistan’ê Hewlêrê û hin deverên li Sûrî kirin. Di êrîşên Hewlêr'ê de çendîn sivîl bûn qurbanî.
Fri, 19 Jan 2024 - 27min - 373 - Gurên Boz: Gefên li dij siyasetmedarên Kurd
Çalakiyên îstîxbarata Tirk ên li derveyî welat ev demek e, di rojeva Almanya’yê de ye. Lê belê herweha hejmara gef û heqaretên li dij muxalîfên hikûmeta Tirk û bi taybetî jî li dij Kurdan herku diçe zêdetir dibe. Vê dawiyê siyasetmedara herêmî ya ji Frankfurt’ê Sarya Atac, ji neteweperestekî Tirk gefa kuştinê wergirt.
Fri, 12 Jan 2024 - 24min - 372 - Guhertinên di sala nû de
Hikûmeta federal ji bo sala nû biryara hin guhertinan da, ku hin ji wan di derbarê rewşa aborî û debara hevwelatiyan de ne. Guhertin li gor biryara dadgeha destûrê ne.
Fri, 05 Jan 2024 - 17min - 371 - Pisîk çay venaxwinFri, 29 Dec 2023 - 32min
- 370 - Koma NANOBEAT û dîroka muzîka KurdîFri, 22 Dec 2023 - 26min
- 369 - Şer û Siyaseta Femînîst a Derve
Em vê heftê li ser siyaseta femînîst a derve û herweha rûdanên dawî yên li rojhilatê navîn û cîhanê hûr dibin, ka cî bi cî kirina vê siyasetê çiqaş pêkan e û zehmetiyên li pêşiya wê çi ne. Di vî warî de mêvana me pispora zanistên siyasî Dastan Casim e.
Fri, 15 Dec 2023 - 34min - 368 - Masud AbdulkhaleqFri, 08 Dec 2023 - 24min
- 367 - Wergerandina Ulysses'ê
Nivîskar, helbestvan û wergêr Kawa Nemir ev roman bixwe wergerand bo Kurdî û parsal ji weşanên Avesta weşand. Ulysses ne tenê xurttirîn romana Joyce e lê herweha di warê romana nûjen de wekî şoreş tê bi nav kirin, ku riyeke nû li pêşiya romannivîsiya nûjen xistiye. Û hemû otorîteyên wêjeyî li ser wê yekê hevbîr in, ku wergerandina vê romanê ji aliyê zîmên ve gelek zehmet e, ji ber ku nivîskar di metsa eslî de bi dengen re dilîze, wezn û qafiye bi kar tîne.
Fri, 01 Dec 2023 - 40min - 366 - COSMO Kurdi So. 26.11.2023 SendemitschnittSun, 26 Nov 2023 - 1h 00min
- 365 - Bürgergeld di sala nû de zêde dibe
Şêwra Federal Bundesrat’ê zêdekirina Bürgergeld a bi rêjeya ji sedî 12 erê kir. Herweha, Almanya dixwaze mercên ji bo hatina karkerên pispor ên ji derveyî hêsantir bike.
Fri, 24 Nov 2023 - 23min - 364 - Almanya dixwaze Êzîdiyan dersînor bike
Herçend Almanya’yê serê îsal Fermana Şingal’ê ya sala 2014’an wekî Genozid anku nijadkujî nas kir jî hikûmeta federal dixwaze dora 20 hezar Êzîdî vegerîne Iraq’ê. Gelek Êzîdî dema ku diçin daîreyên biyaniyan, da ku îqama xwe dirêj bikin, yekser tên girtin û wan dişînin Abschiebehaft anku girtîgeha beriya dersînorkirinê. Li hember vê yekê jî bi dehan Êzîdî ji bo mehekê kon vedan li pêşiya Bundestag. Di 10’ê mehê de şandeyeke Êzîdiyan bi nûnerên SPD’ê re rûniştin û çalakî bi dawî hat.
Fri, 17 Nov 2023 - 35min - 363 - Krîza Îsraîl û HamasêFri, 10 Nov 2023 - 30min
- 362 - Rojava: Aboriya Civakî çi ye?
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ev zêdeyî 10 sal in ser piyan e û li herêmê sîstemeke demokrasiyeke rasterast tê ceribandin. Lê di heman demê de aboriyeke alternatîf, anku aboriya civakî jî tê ava kirin. Lê aboriya civakî çi ye? Ka çi ferqa wê ji aboriya lîberal yan aboriya komunîst heye? Em van pirsan ji Rojava, ji aborînas Çeleng Omar dikin.
Fri, 03 Nov 2023 - 37min - 361 - Dengên bêsînor
Musîkjenê Kurd Saman Mustafa parçeyeke projeya bi navê “Newayên Bêsînor” e. Di çarçoveya vê projeyê de newayên Kurdî bi karîgeriya muzîka rojavayî tê hûnandin.
Fri, 27 Oct 2023 - 30min - 360 - Şerê Xeza'yê û dijminatiya cihûyan
Ji 7’ê mehê û vir ve çavê hemû cîhanê li şerê di navbera Hamas û Îsraîl’ê de ye. Li Almanya'yê jî xwepêşandanên ji bo Xeza’yê tên li dar xistin. Vê yekê rê li nîqaşa dijminahiya cihûyan a di navbera civaka koçberan de jî vekir.
Fri, 20 Oct 2023 - 29min - 359 - Li Rojhilatê Navîn çi diqewime?
Piştî êrîşa ser Wezareta Navxweyî ya Tirk îcar Hamas'ê êrîşî Îsraîl'ê kir, ku di encamê de bi seda kes hatin kuştin. Di bersivdayîna Îsraîl'ê de bi hezaran Filistînî hatin kuştin. Em jî vê heftê bi pisporê zanistên siyasî Adel Feyazî û bi rojnameger Aram Malekshah re li ser tengezariyên vê dawiyê yên li Rojhilatê Navîn dipeyivin.
Fri, 13 Oct 2023 - 35min - 358 - Dîaloga navbera Kurdên Musulman û Êzîdiyan
Rêxistina bi navê Kurdish European Society di çarçoveya projeyeke dîaloga di navbera olan de Kurdên Musulman û Êzîdiyan tîne cem hev. Mebest kar tê kirin, lêborîn û lihevhatin e.
Fri, 06 Oct 2023 - 34min - 357 - San Jola kî ye?Fri, 29 Sep 2023 - 34min
- 356 - 34 Guleyên Polîsan ser xortekî 19 salî
Vê heftê emê li ser bûyera Bilal G. hûr bibin. Xortê 19 salî niha ji ber gulleyên polîsan felc. Lê belê tiştekî ku herkesî matmayî dihêle ew e, ku polîsan li dij kesekî bê çek, di nav taxekê de 34 gulle teqandin. Em jî ji Würzburg’ê bi parêzer Roj Khalaf re dipeyivin.
Sat, 23 Sep 2023 - 40min - 355 - 34 Guleyên Polîsan ser xortekî 19 salî
Vê heftê emê li ser bûyera Bilal G. hûr bibin. Xortê 19 salî niha ji ber gulleyên polîsan felc. Lê belê tiştekî ku herkesî matmayî dihêle ew e, ku polîsan li dij kesekî bê çek, di nav taxekê de 34 gulle teqandin. Em jî ji Würzburg’ê bi parêzer Roj Khalaf re, ku temsîka Bilal G. dike, him li ser hûgiliyên bûyerê û him jî qanûna wezîfe û selahiyeta polîsan dipeyivin.
Fri, 22 Sep 2023 - 40min - 354 - Salek piştî kuştina Jîna
Bi ser mirina keça Kurd Jîna Mehsa Emînî salek buhurî û xwepêşandanên ku li seranserî Îran’ê dest pê kiribûn ji hingî ve didomin. Herçend Jîna keçeke Kurd jî bû, piştî kuştina wê ya bi destê polîsên Komara Îslamî ne bi tenê Kurd li Rojhilat nerazîbûn nîşan dan lê hemû pêkhateyên Îranê rabûn ser piyan. Lê belê bersiva rejîmê jî gelek hişk bû, ku bi sedan kes hatin kuştin û bi dehan kes jî hatin îdam kirin. Di vê xelekê de rêvebira rêxistina mafên Mirovan Hangaw Shler Bapiri salek piştî kuştina Jîna û karvedanên wê yên heta roya îroyîn rave dike.
Fri, 15 Sep 2023 - 31min - 353 - Li Dêrê Zorê çi diqewime?Fri, 08 Sep 2023 - 36min
- 352 - Qanûna nû ya hevwelatîbûnê
Hevparên hikûmeta koalîsyonê ragihand, ku wan li ser qanûna nû ya hevwelatîbûnê lihevkirine. Li gor qanûna nû, di wergirtina hevwelatiya Alman de hin hêsankarî tên kirin.
Fri, 01 Sep 2023 - 21min - 351 - 100 sal şanoya Kurdî
Pirr nayê zanîn lê belê şanoya Kurdî xwedî dîrokeke zêdeyî 100 salî ye. Em jî bi şanoger Mîrza Metin re him li ser dîroka û sibêroja şanoya Kurdî dipeyivin him jî li ser dibistana Şanoyê Dîwan Akademî, ku ew di mehên pêşiya me de li Êlih’ê vedike.
Fri, 25 Aug 2023 - 38min - 350 - Hemîd Badirxan û Konferansa BadirxanFri, 18 Aug 2023 - 33min
- 349 - Pisîk Çay Venaxwin
Penaberekî xelkê rojhilatê Kurdistan’ê Ayhan Urmiye di pirtûka xwe ya kurteçîrokan de behsa hevaltiya xwe ya digel psîkekî Alman a bi navê Hans dike, ku di kampa penaberan de digel wan dijî
Fri, 11 Aug 2023 - 32min - 348 - Konferansa Hannoverê / Rewşa li ÎranêFri, 04 Aug 2023 - 27min
- 347 - Peymana Lozan'ê û Destûra 1921'anFri, 28 Jul 2023 - 38min
- 346 - Şîddeta nav malê zêde dibe
Lêkolîneke nû nîşan dide, ku ji parsal û vir ve tund û tîjiya nav malê ber bi zêdebûnê ve diçe û her jinek, ji çi çîna civakî yan temenê be bila be dikare tûşî şîddetê bibe.
Fri, 21 Jul 2023 - 33min - 345 - NATO: Tirkiye'yê vetoya Swêd'ê rakir
Tirkiye'yê piştî 15 mehan vetoya xwe ya ser endametiya Swêd'ê ya li cem NATO'yê rakir. Îcar di endametiya Swêd’ê ya li cem NATO’yê serkeftina mezin ya kê ye? Û herweha di encama vê yekê de herî zêde kê wenda kir? Em van pirsan û çendîn pirsên din ji pisporê zanistên siyasî ji Sinan Önal dikin.
Fri, 14 Jul 2023 - 32min - 344 - Şewitandina Quran'ê û Îslamofobî
Di cejna qurbanê de li Swêd’ê hevwelatiyekî Iraq’ê yê bi navê Salwan Momika li pêşiya mizgeftê pirtûka pîroz a musulmanan şewitand. Vê yekê li cem gelek musulmanan rê li bêzarî û nerazibûnan vekir. Gelo şewitandina pirtûka pîroz şêwazeke azadiya xwe îfadekirinê ye yan jî gotareke nefretê ye?
Fri, 07 Jul 2023 - 30min - 343 - Rojava: Daişiyên biyanî tên darizandin
Rêveberiya xweser piştî têkçûna Daişê ya li ser erdê bang li welatên peywendîdar û civaka navnetewî dikir, ku hevwelatiyên xwe yan bibin û bixwe darizînin yan jî piştgirî bidin, ku li Rojava Trîbunaleke Navnetewî were damezirandin. Bersivek ji wan nehat û Rêvberiya Xweser jî di vê dawiyê ragihand, ew nema li benda civaka navnetewî dimînin û ewê dest bi darizandina Daişiyên biyanî bikin.
Fri, 30 Jun 2023 - 36min - 342 - Li Almanyayê pêla germê û krîza jîngehêFri, 23 Jun 2023 - 32min
- 341 - Qanûna Terorê: Kurdên Swêd'ê bi fikar in
Qanûna nû ya dij-terorê ya Swêd’ê ket meriyetê û darizandina pêşîn a ji ber vê qanûnê jî dest pê kir. Lê belê qanûnê him li cem raya giştî ya Swêd’ê him jî li cem Kurdên Swêd’ê dengveda û rastî nerazîbûn û rexneyan hat. Di derbarê wan rexne û fikaran de em jî ji beşa Kurdî ya Radyoya Swêd’ê bi rojnameger Beşîr Kavak re bipeyivin, ku ev demeke dirêj e, van mijaran ji nêz ve dişopîne.
Fri, 16 Jun 2023 - 30min - 340 - Rapirsiya li ser hilbijartinên federal
Li gor encamên Rapirsiya Yekşemê heger vê roja yekşemê hilbijartina bûna ewê CDU/CSU ji sedî 29’ê dengan wergirtiba. Li gor encaman SPD û AfD bi rêjeya % 18 li dû CDU tê.
Fri, 09 Jun 2023 - 33min - 339 - HDP'ê çima deng wenda kirin?Fri, 02 Jun 2023 - 35min
- 338 - HevwelatîbûnFri, 26 May 2023 - 28min
- 337 - Hilbijartinên li Tirkiyeyê
Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê him hilbijartinên serokkomariyê him jî yên parlamentoyê hatin li dar xistin. Hilbijartinên îsal wekî hilbijartinên çarenivîsê dihatin pênase kirin, ka di encamê de dawî li desthilatdariya bîst salan a AKP û serokê wê Erdoğan were. Lê belê muxalefet, ku serokê CHP’ê Kemal Kılıçdaroğlu serkêşiya wê dike, encamên ku di dixwest bi dest nexist. Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, ku ji ber tirsa doza girtinê, di bin navê Partiya Çep a Kesk YSP de ket hilbijartinan, piştgirî dabû Kılıçdaroğlu.
Fri, 19 May 2023 - 24min - 336 - Dîlan Örs hêviya xwe ji welêt nebirriye
Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û dengdanên li derveyî welêt di dawiya meha Nîsan’ê dest pê kir. Di nav wan kesan de, ku dengê xwe da keça Hozan Canê Dilan Örs jî hebû. Em jî pê re li ser wê yekê dipeyivin, ka wê çima deng da, ka bendewariyên wê çi ne. Hevdem, halê hazir li Tirkiye’yê 64 hevwelatiyên Alman di girtîgehê de ne û zêdeyî 60 hevwelatiyên Alman li Tirkiye’yê asê mane, ji ber ku derbarê wan de qedexeya derketina ji welêt heye.
Fri, 12 May 2023 - 25min - 335 - 14'ê Gulanê: Hilbijartinên li Tirkiye'yê û li Bremen'ê
Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û di van hilbijartinan de ewê him serokkomarekî nû û him jî parlamentoyeke nû were hilbijartin. Em jî di vî warî de ji Zanîngeha Dîcle’yê bi huquqnas Vahap Coşkun re dipeyivin. Hevdem di 14’ê Gulan’ê de li Bremen’ê jî hilbijartin hene.Cindî Tuncel jî ji sala 201‘an ve endamê parlemtoyê ye û vê carê jî ji partiya Çep namzet e. Em jî bi vî siyasetmedarê Kurd ê Ezîdî di derbarê hilbijartinan de dipeyivin.
Fri, 05 May 2023 - 35min - 334 - 100 sal paşê: Peymana Lozan'ê û KurdFri, 28 Apr 2023 - 34min
- 333 - TİP'ê çav berda dengên çepgir ên HDP'ê
Di 14’ê Nîsanê de li Tirkiye’yê him hilbijartinên serokkomariyê him jî parlamentoyê tên li dar xistin. Heta niha hemû lîste û namzet jî misoger bûn û ji aliyê YSK’ê ve hatin pesend kirin. Lê belê wekî ku me hefteyên buhurî jî ragihandibû, endama Bloka Ked û Azadiyê TİP, li hin bajaran bi listeyên xwe dikeve hilbijartinan û dibe reqîbê lîsteyên Partiya Çep a Kesk. Di vî warî de li cem Kurdan ne tenê dilşikestin lê belê hêrsek jî heye. Di vî warî de em jî bi Rojnamager Irfan Aktan re dipeyivin.
Fri, 21 Apr 2023 - 23min - 332 - Iraq: 20 sal piştî Seddam Husên
Rejîma Seddam, 20 sal berê bi muxadaleya lleşkerî ya Amerîkay'ê hilweşiya lê belê ji hingî ve Iraq nebû welatekî aram û nakokîyên olî û mezhebî her ku çûn kûrtir bûn.
Fri, 14 Apr 2023 - 28min - 331 - Maceraya firotina nefta Kurdistan'ê
Di 14’ê Gulanê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin. Nazmet hêdî hêdî zelal dibin. HDP ji ber tirsa doza girtinê di bin navê partiya çep a Kesk de dikeve hilbijartinan û ji bo serokkomariyê bixwe namzetek nîşan neda. Di 23’ê Adarê de Dadgeha Navnetewî ya Tahkîmê Milyar û nîv dolar cezayê père da Tirkiye’yê çima ku bêyî rizamendiya Bexda’yê nefta Kurdistan’ê difirot.
Fri, 07 Apr 2023 - 53min - 330 - 8 hefte piştî erdheja Mereş'ê
Bi ser erdheja Mereş'ê ya meha Sibatê 8 hefte buhurîn lê berê birînên xelkê hîna jî nehatin derman kirin. Yekitiya Ewropî biryara 8 mîlyar Euro'yan ji bo Tirkiye û Sûrî da.
Fri, 31 Mar 2023 - 27min - 329 - Li Almanya'yê nijadperestiya dij KurdanFri, 24 Mar 2023 - 42min
- 328 - Newroz: Sersala 2723 ya Kurdî pîroz be
Newroza îsal li Kurdistan’ê di bin siya karesat û bûyerên din de pêk tê. Li Bakur erdhej û hilbijartin, li Rojava erdhej û êrîşên Tirkiye'yê û li Rojhilat jî serhildan.
Fri, 17 Mar 2023 - 41min - 327 - Hilbijartinên Serokkomarî - Nêzîkbûna Enqere û ŞamFri, 10 Mar 2023 - 28min
- 326 - Jîna Emînî: Xwepêşandan berdewam in
Keça Kurd Mahsa Jîna Emînî di meha îlonê de bi destê polîsên Komara Îslamî ve hatibû kuştin. Xwepêşandanên piştî mirina wê ev şeş meh in berdewam dikin. Herweha rejîma Îran’ê jî bi hemû hêza xwe hewlê dide xwepêşandanan bitepisîne. Rêxistinên sivîl radigihînin, ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve zêdeyî 500 kes hatine kuştin, ku di nav wan de jêrtemen jî hene. Heta niha 4 xwepêşandêr jî hatin îdam kirin û dezgehên mafên mirovan hiyarî didin ku 109 kesên din di bin metirsiya cezayê îdamê de ne.
Fri, 03 Mar 2023 - 30min - 325 - Erdhej: Bajarên Kurdan bêxwedî hatin hiştin
Kurdên li Sûrî ji ber cudakariya li hember gilî û gazinan dikin, ku alîkariyên navnetewî nadin wan. Hevpeyvîna digel Yusuf Muhammed. Di derbarê travmaya erdhejê de heypevyîna digel dêrûnînas û Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan. Romana dawî ya Bextiyar Elî Dagirkirina Tarîtiyê dibe şano. Hevpeyvîna digel derhêner Ihsan Othmann
Fri, 24 Feb 2023 - 1h 00min - 324 - Bîlançoya erdhejê girantir dibe
Tê ragihandin hejmara qurbaniyên erdheja dijar ji 44 hezaran zêdetir e. Dezgeha Hawarçûnê ya Tirk AFAD’ê ragihand, heta niha termên zêdeyî 38 hezar kesan ji bin xirbeyan hatine derxistin. Erdhejê li Rojavayê Bakurê Sûrî jî xist. Li gor daneyên Neteweyên Yekgirtî li vê herêmê herî kêm 4 hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Fri, 17 Feb 2023 - 32min - 323 - Piştî erdheja dijwar hewldan berdewam in
6’ê mehê roja duşemê li navçeyê Bazarcix û Elbistan’ê yên Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 a pîvana rîchterê du erdhej li dû hev pêk hatin. Erdhej ji Eden’ê heta Amed’ê, ji Meletî heta bajarê Sûrî Laziqiyê ziyan gihand can û malê xelkê. Tê ragihandin hejmara qurbaniya zêdeyî 21 hezar e û ev hejmar her saet zêde dibe.
Fri, 10 Feb 2023 - 54min - 322 - Koma NANOBEAT û dîroka muzîka Kurdî
Koma navnetewî ya muzîkê ya NANOBEAT vê dawiyê albûmeke nû ya bi navê “everything” derxist. Vê heftê mêvanên Cosmo Kurdî ji NANOBEAT Hemn Darya û Hedi Jabar in. Ew herdu jî ji me re behsa karên xwe yên muzîkê, pêşbirkên ku ew tê de beşdar bûne û herweha ya albûma xwe nû dikin. Hevdem, dîroka muzîka Kurdî bi taybetî jî li cem Kurdan Rock beşek ji podcasta me ne.
Fri, 03 Feb 2023 - 26min - 321 - Hevpeyvîna taybet a digel Selahattin DemirtaşFri, 27 Jan 2023 - 29min
- 320 - Almanya'yê fermana Êzîdiyan nas kir
Bundestag’ê zilma hov a rêxistina terorê ya Daiş’ê ya ser Êzîdiyan a wekî Genozid anku nijadkujî pênase kir. Meclîsa Federal roja pêncşemê pêşniyara fraksiyonên SPD, Partiya Kesan û FDP’ê bi yek dengî pejirand. Fraksiyonên partiya Çep û AfD, ku di amadekirina biryarê de beşdar nebûbûn, dengê erê dan.
Fri, 20 Jan 2023 - 44min - 319 - Beriya hilbijartinan zextên ser HDP'ê
Doza girtina HDP, doza Kobaniyê û doza li dij şaredarê Stenbol’ê. Ev doz ewê hemû encamên hilbijartinan diyar bikin. Herweha vê heftê HDP ragihand ewê bixwe namzetek nîşan bide û bikeve hilbijartinên serokkomariyê. Emê ji Amedê ji nûçegihana xwe Hatice Kamer bipirsin, ka sedem û dengvedanên vê biryarê çi ne ?
Fri, 13 Jan 2023 - 25min - 318 - Xaça Federalî ji Feryad Fazil Omer re
Zanyarê Kurd Feryad Fazil Omar ji ber xizmetên xwe yên bilind ên di warê zimanê Kurdî de hêjayî nîşana lîyaqatê ya federal hat dîtin, ku bilinditrîn xelata li Almanya’yê ye.
Fri, 06 Jan 2023 - 37min - 317 - Li Parîs'ê dîsa komkujî
Di 23'ê mehê de li Parîs’ê li dij dezgeh û kargehên Kurdan êrîşek pêk hat û sê kes hatin kuştin, sê kesên din jî hatin birîndar kirin. Hat ragihandin, êrîşbir nijadperestekî Fransiz e. Lê belê Kurdên li Fransa’yê bawer nakin, ev qetlîam karê nijadperestekî be. Û bi taybetî jî piştî kuştina sê jinên Kurd a sala 2013 û pirsên ku ji hingî ve bêbersiv mane.
Fri, 30 Dec 2022 - 20min - 316 - Çiya Rabiî: Lehengê Würzburg
Penaberê Kurd Çiya Rabiî parsal li bajarê Würzburg'ê mînakeke wêrekiya medenî nîşan da û li hember êrîşbirekî rawestiya. Ev mêrikê xelkê Mahabad hejayî çendîn xelatan hat dîtin.
Fri, 23 Dec 2022 - 30min - 315 - Reva ji destê dadgerên Erdoğan
Hejmara hevwelatiyên Alman, ku li Tirkiye'yê asê mane ber bi zêdebûnê ve diçe. Wezareta derve ragihand, niha zêdeyî 120 hevwelatî li Tirkiye'yê girtî ne yan di derbarê wan de qedexeya derketina derveyî welêt heye. Ji Hamburg’ê bi Îlhamî Akter, ew jî ji ber parvekirinên ser torên civakî li Tirkiye’yê hatiye girtin û hetta ceza jî xwariye. Lê camêr wekî fîlmên aksiyonê ji Tirkiye’yê reviya û xwe gihand Almanya’yê. Û ev serpêhatiya xwe kir pirtûk û bi Tirkî û Almanî weşand.
Fri, 16 Dec 2022 - 39min - 314 - Pereyê hevwelatiyan, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor
Di sala nû de, di warê alikariyên sosyal, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor ên biyanî de hin guhertin pêk tên. Wekî mînak di şûna Hartz IV de Bürgergeld. Lê ewê çi biguhere?
Fri, 09 Dec 2022 - 30min - 313 - Tirkiye dîsa êrîşî Rojava dike
Piştî êrîşa li Stenbol’ê ya 13’ê Mijdarê herkes li bendê bû, Tirkiye vê êrîşê ji xwe re bike hincet û êrîşî Rojava bike. Weha jî bû û Tirkiye ji 19’ê Mijdarê û vir ve bi firokeyên şerrî û topan êrîşî herêmên rêveberiya xweser dike. Hat ragihandin, di êrîşan de heta niha 13 sivîl hatin kuştin ku di nava wan de rojnamevanek jî heye. Herweha zarokek û rojnamegerî din jî tê de bi dehan kes birîndar bûn. HSD’ê ragihand herî kêm 20 şervanên wan di encama êrîşan de jiyana ji dest dane.
Fri, 02 Dec 2022 - 30min - 312 - „Xwepêşandanên li Îranê berdewam dikin“
Xwepêşandanên li Îran'ê berdewam dikin. Li Rojhilatê Kurdistan'ê hêzên Komara Îslamî bi hovî êrîşî xelkê dikin, ku heta niha 300 kes hatin kuştin û 14 hezar kes hatin girtin.
Fri, 25 Nov 2022 - 33min - 311 - Êrîşa Stenbol'ê karê kê ye?
Yekşema buhurî li kolana Îstîklalê êrîşeke bombeyî pêk hat, ku di encamê 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes hatin birîndar kirin. Êrîşbira bergûman çend saet piştî bûyerê hat girtin. Dezgehên fermî ragihand, ku êrîşbir li xwe mukir hatiye, ku endama PYD/PKK’ê be û ji Kobani’yê hatiye. Aliyê Kurdî ev îddîa red kirin. Hevdem gelek agahiyên nakok derketin holê, ku digihîjin heta rêxistina MHP ya navçeya Güçlükonak a Şirnex’ê. Ji Amedê, nirxandinên rojnameger Hatice Kamer.
Fri, 18 Nov 2022 - 40min - 310 - Enflasyon di nav karsazan deFri, 11 Nov 2022 - 26min
- 309 - Li Efrîn'ê çi diqewime?
Piştî ku Erdoğan sinyala wê yekê da, ku ewê siyaseta xwe ya hember rejîma Esad biguherîne, ne tenê li herêmên dagirkirî xwepêşandan hatin li dar xistin, lê herweha Şaxa Sûrî ya Al Qaide, Heyet Tehrir’l Şam ket Efrînê. Ev hemû jî bi rizmanediya Tirkiye’yê pêk hat. Gelo Tirkî dixwaze ji artêşa azad re bêje, ser xwe re neçin, heddê xwe zanibin? Yan dixwaze di hevdîtinên digel rejîmê de eniyeke xurttir derxe pêşiya Esad? Em van pirsan, ji Washington‘ê ji rojnameger Sirwan Qiço bikin.
Fri, 04 Nov 2022 - 39min - 308 - Tirsa penaberan ji ku tê?Fri, 28 Oct 2022 - 25min
- 307 - Sînemaya Kurdî yan Sînemaya bi Kurdî?
Vê heftê bi boneya festîvala fîlmên Kurdî ya Hamburg’ê em behsa sînema Kurdî dikin. Di vî warî de em bi listîkvanê sînemayê Bilal Bulut re li ser fîlm û fîlmsaziya Kurdî dipeyivin. Camêr him di fîlmên Kurdî û Tirkî de dilîze û herweha yek ji amadekarên festîvala Hamburg’ê ye.
Fri, 21 Oct 2022 - 36min - 306 - „enflasyon û newekheviya civakî“Fri, 14 Oct 2022 - 34min
- 305 - Serhildana Jinan: Jin, Jiyan, Azadî
Ev sê hefte ne li seranserî Îran’ê xwepêşandan berdewam dikin, ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya xelkê Rojhilat’ê Kurdistan’ê hatibûn dest pê kirinin. Xwepêşandan li seranserî cîhanê deng vedidin. Em jî li ser xwepêşandan û serhildanên jinan ên li Îran’ê digel çalakvana mafên jinan Zeinab Bayazidi dipeyivin. Birêz Beyazîdî bi xwe xelkê Rojhilat e û bi salan di zindanê de maye, berî ku were Almanya’yê.
Fri, 07 Oct 2022 - 49min - 304 - Jîna Emînî: Jin, Jiyan, Azadî
Piştî ku Jîna Emînî, keçeke ciwan a Kurd a ji Seqiz, li Tehran’ê bi destê polîsan ve hat kuştin, di serî de li Rojhilatê Kurdistan’ê li seranserî Îran’ê xwepêşandan hatin li dar xistin. Hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî bi tundî êrîşî xwepêşandêran kir û tê ragihandin heta niha pirraniya wan li bajarên Kurdnişîn dora 54 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne. Herweha bi sedan kes jî aliyê polîsan ve hatine girtin, ku aqûbeta wan nayê zanîn
Fri, 30 Sep 2022 - 39min - 303 - Li cem polîsa Berlîn'ê nijadperestî
Di 9'ê mehê de, di serdegirtina malekê ya li Berlîn’ê de polîsek, li dij xwediyê malê gotinên nijadperest bi kar anî. Polîsa Berlîn’ê ew polîs yeskser ji karê derve kişand û hikûmeta Berlîn’ê jî bûyer şermezar kir. Gelo ev helwest bi rastî heta dawiyê weha bimeşe yan wekî bûyerên din ên bi vî rengî, di taliyê de berpirsiyar ceza nexwin? Li ser vê bûyerê û li ser helwesta rayedaran em jî digel Endamê Parlamentoya Eyaletê ya Berlîn’ê birêz Jian Omar re dipeyivin.
Tue, 20 Sep 2022 - 38min - 302 - Kêmaniyên olî ji Iraq'ê direvinFri, 16 Sep 2022 - 31min
- 301 - Yaşar Kemal bi Kurdî
Vê heftê mijara me yek ji mezintirîn nivîskarên wêjeya bi zimanê Tirkî Yaşar Kemal e, ku pirtûkên wî Kurdî jî tê de bo zêdeyî çil zimanan hatine wergerandin. Di vê beşê de emê guh didin nirxandinên rexnegîr û weşangeran û em herweha digel Wergêr û Rojhilatnas Bekir Şiwanî dipeyivin, ku pirtûkeke li ser vî nivîskarê mezin wergerandiye Kurdî Soranî. Wekî din fîlmsaz Sîrwan Rehîm ji me re him behsa belgefîlma ser Yaşar Kemal û him jî qonaxên jiyan û nivîskariya Yaşar Kemal dike.
Fri, 09 Sep 2022 - 52min - 300 - Îran û Rêkeftina Navokî
Serok Biden hewlê dide, ku rêkeftina navokî ya digel Tehran'ê, ku Trump di 2018'an jê vekişiya bû careke din vejîne. Lê belê him Komarparêz him Îsraîl ji vê yekê nerazî ne. Bi saya rêkeftina atomî (navokî) ya di dema serokê DYE Obama de, him Îran bernameya xwe ya navokî sînordar kir him jî mueyyideyên ser Îran’ê bi qismî bin jî hatin rakirin. Lê belê di sala 2018’an de serokê wê demê yê DYE Trump ji vê rêkeftinê vekişiya û pêkirinên girantir danîn ser Komara Îslamî.
Fri, 02 Sep 2022 - 32min - 299 - Wergerandina edebiyata zarokan
Çîrokên navdar ên cihanê her ku diçe bêhtir bi Kurdî tên wergerandin û gelek weşanxane jî wan geh wekî set geh yeko yeko çap dikin û digihînin dê û bavan. Vê dawiyê Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEK-MAL li ser wergerandina edebiyata zarokan rêze-kargeh li dar xistin, ku tê de pisporên zimanî û pedagojiyê, werger û herweha weşanger beşdar bûn.
Fri, 26 Aug 2022 - 51min - 298 - Nameyên ji şairekî ciwan re
Herkesê ku rêya wî bi edebiyata modern ya cîhanê ketiye, bi awayekî navê Rilke bihistiye. Dr. Abdullah Incekan berhema wî ya bi navê Nameyên ji şairekî ciwan re wegerand Kurdî. Dr. Abdullah İncekan nivîskar, zimannas û pedagogekî Kurd e, ku ji zaroktiya xwe ve li Almanya’yê dijî. Wî li zanîngeha Duisburg-Essenê beşên Germanîstîk, Turkolojî û Pedagojîya Înterkulturel xwendine û Doktoraya xwe jî li zanîngeha Bamberg’ê di beşa Zimannasiya Gelemperî de li ser hin xalên zimanê Kurdî kiriye.
Fri, 19 Aug 2022 - 40min - 297 - „Xwepêşandan û aloziyên li Iraqê“Fri, 12 Aug 2022 - 35min
- 296 - Havîna îsal di bin pêla germî deFri, 05 Aug 2022 - 27min
- 295 - Êrîşa Perex'ê: Tirkiye ket tengasiyê
Wezîrê Karên Derve yê Iraq'ê Fûad Husên roja 26’ê mehê li pêşiya Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî bang li Tirkiye’yê kir, ku dawî li operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser axa Iraq’ê bîne. Civata Ewlekariyê, li ser banga Iraq’ê bi lezgînî kom bû, ku êrîşa roja 20’ê mehê ya ser seyrangeheke gundê Perex’ê ya Başûrê Kurdistan’ê nîqaş bike. Di encama vê êrîşê de zarok jî tê de 9 geştiyarên Ereb ên ji Naverast û Başûrê Iraq’ê hatibûn kuştin û 33 kesên din jî hatibûn kuştin.
Fri, 29 Jul 2022 - 45min - 294 - Hevkariya di navbera NRW û Başûrê Kurdistan'ê de
Di peymana koalisyona NRW’ê de tê diyar kirin, ku hikûmeta nû dixwaze peywendiyên digel Başûrê Kurdistan'ê ne tenê berdewam bike lê herweha hevkariyê xurttir bike. Parlamentera eyaletê ya NRW’ê Berivan Aymaz di vê xelekê de behsa van danûstandin û peywendiyên pirreng ên digel Başûrê Kurdistan’ê dike.
Fri, 22 Jul 2022 - 26min - 292 - 50'emîn salvegera koça dawî ya Hesen Zîrek
Hesen Zîrek Hesen Zîrek belkî navdartirîn strabêjê Kurdî ye. Wî di domahiya temena xwe ya 51 salan de dora 1500 stran tomar kirin û herweha bi şêwaza xwe bandoreke mezin li ser strabêjên din kirin. Her ji ber vê yekê stranbêj di nav civaka Kurdî de wekî hunermendek xwedî cihekî taybet e.
Fri, 15 Jul 2022 - 40min - 291 - Almanya navên Kurdan dide MIT'a Tirk
Li Almanya’yê, ev 30 sal in, ku her komele yan dezgehek, ku navê ‘Kurdî’ li ser be, agahiyên wê bi awayekî otomatîk ji bo Dezgeha Parastina Destûrê (BfV) û Emniyeta Federal (BKA) tê şandin. Ev yek di dawiha meha Gulanê de li ser bersiva hikûmeta federal a ji bo pirsiyarnameyeke ya parlamentera ji Partiya Çep Gökay Akbulut derketibû holê. Daîreya Zanistî ya Bundestag dibêje, ev yek ne qanûnî ye.
Fri, 01 Jul 2022 - 39min
Podcasts semelhantes a COSMO Kurdî
- Mit den Waffeln einer Frau barba radio, Barbara Schöneberger
- IQ - Wissenschaft und Forschung Bayerischer Rundfunk
- radioWissen Bayerischer Rundfunk
- Reif ist live – Fußball Talk von BILD BILD
- Der Tag Deutschlandfunk
- Eine Stunde History - Deutschlandfunk Nova Deutschlandfunk Nova
- Deutsch Podcast - Deutsch lernen Deutsch-Podcast
- Psychologie to go! Dipl. Psych. Franca Cerutti
- Was tun, Herr General? - Der Podcast zum Ukraine-Krieg Mitteldeutscher Rundfunk
- Zwischen Hamburg und Haiti NDR Info
- Sinnlos Märchen RADIO PSR
- Geschichten aus der Geschichte Richard Hemmer und Daniel Meßner
- Das Wissen | SWR SWR
- WDR Zeitzeichen WDR
- Aha! Zehn Minuten Alltags-Wissen WELT
- Kurt Krömer - Feelings Wondery
Outros Podcasts de Sociedade e Cultura
- LANZ & PRECHT ZDF, Markus Lanz & Richard David Precht
- Kriminalhörspiel Hörspiel und Feature
- Verbrechen ZEIT ONLINE
- Aktenzeichen XY… Unvergessene Verbrechen ZDF - Aktenzeichen XY
- "Kein Mucks!" – der Krimi-Podcast mit Bastian Pastewka (Neue Folgen) Radio Bremen
- Verbrechen von nebenan: True Crime aus der Nachbarschaft RTL+ / Philipp Fleiter
- ZEIT WISSEN. Woher weißt Du das? ZEIT ONLINE
- WDR Hörspiel-Speicher Westdeutscher Rundfunk
- Nightlounge bigFM
- Gysi gegen Guttenberg – Der Deutschland Podcast Open Minds Media, Karl-Theodor zu Guttenberg & Gregor Gysi
- Эхо Москвы Feed Master by Umputun
- Krimi Schweizer Radio und Fernsehen (SRF)
- NDR Hörspiel Box NDR
- Sternengeschichten Florian Freistetter
- MORD AUF EX Leonie Bartsch & Linn Schütze
- ARD Radio Tatort Bayerischer Rundfunk
- Verbrechen der Vergangenheit RTL+ / GEO EPOCHE / Audio Alliance
- Mordlust Paulina Krasa & Laura Wohlers
- WojewódzkiKędzierski Kuba Wojewódzki , Piotr Kędzierski
- L'Heure Du Crime RTL