Podcasts by Category
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne.
Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
- 510 - Yekkirina Hêzên Pêşmerge
Di 10'ê Îlonê de Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand ku pêvajoya yekkirin hêzên Pêşmerge bi dawî bûye. Yekbûn dilê Kurdan xweş dike lê belê fikar jî hene, ka ev yekbûna vê dawiyê ewê yekbûneke rasteqîn be yan partîbazî ewê dîsa bibe asteng li pêşiya berjewendiyên netewî yên Kurdan. Ji Zanîngeha Birmingham'ê huqûqnas Dr. Hoshman Ismail rave dike.
Fri, 18 Sep 2026 - 43min - 509 - Hilbijartinên li Sachsen-AnhaltFri, 11 Sep 2026 - 28min
- 508 - Rojava: HSD'ê xwe fesix kir
Di warê cih bi cih kirina rêkeftina 29'ê Çile de entegrasyona dezgeh û hêzên rêveberiya xweser a di nav dewleta Sûrî de bi dawî hat. Di vê çarçoveyê de Hêzên Sûriya Demokratîk jî xwe fesix kir. Werçerxanek di dîroka Rojavayê Kurdistanê de. Ji rêxistina civaka sivîl PÊL Ferhad Ehmê biryara fesixkirina HSD'ê û parastina destkeftên Kurdan a li Sûrî dinirxîne.
Fri, 04 Sep 2026 - 54min - 507 - Penaberên avhewayê an jî ErebkirinFri, 28 Aug 2026 - 35min
- 506 - Dîwana Goethe êdî bi Kurdî ye
Dr. Abdullah Încekan Dîwana Xerb-Şerqî ya helbestvanê mezin Goethe wergerand û ji weşanxaneya Nûbihar’ê çap kir. Dîwana Şerqî-Xerbî heta roja me ya îroyîn wekî manîfestoya dîaloga di navbera çandan de, li hevdu rêzgirtin û zihnîyeta vekirî tê dîtin. Emê jî bi birêz Abdullah Incekan re li ser wergera Kurmancî ya Dîwana Goethe û serpêhatiya wî ya wergerê de bipeyivin. Em herweha jê dipirsin zêdeyî 200 sal piştî çapkirina pêşîn a Dîwanê, Goethe dixwaze gelên ji çandên cihê re çi bêje.
Fri, 21 Aug 2026 - 44min - 505 - Salvegera Koça Dawî ya Aram Tîgran
Nivîskar Kakşar Oremar, di 17'emîn salvegera koça wî ya dawî de hunermendê mezin Aram Tîgran bi pîrtûkeke jînenîgariyê bi bîr tîne.
Fri, 14 Aug 2026 - 31min - 504 - Berlîn: Yekem Dibistana Almanî-Kurdî
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal plan dike ku ji bo sala xwendinê ya 2027/28an Dibistana Seretayî ya Riza Baran a duzimanî veke. Dibistan ewê bibe yekem dibistana seretayî ya Almanî-Kurdî ya li Almanyayê. Rêvebera giştî ya YEKMAL’ê birêz Günay Darici pêvajoya dameziranda vê dibistanê û plansaziyên xwe yên sibê rojê rave dike.
Fri, 07 Aug 2026 - 39min - 503 - Pêşangeha Rewand Cewad li ser Qirkirina ŞingalêFri, 31 Jul 2026 - 30min
- 502 - Hikûmeta nû ya Iraqê di navbera Îran û Amerîkayê deFri, 24 Jul 2026 - 33min
- 501 - Yaşar Kemal bi Kurdî
Vê heftê mijara me yek ji mezintirîn nivîskarên wêjeya bi zimanê Tirkî Yaşar Kemal e, ku pirtûkên wî Kurdî jî tê de bo zêdeyî çil zimanan hatine wergerandin. Di vê beşê de emê guh didin nirxandinên rexnegîr û weşangeran û em herweha digel Wergêr û Rojhilatnas Bekir Şiwanî dipeyivin, ku pirtûkeke li ser vî nivîskarê mezin wergerandiye Kurdî Soranî. Wekî din fîlmsaz Sîrwan Rehîm ji me re him behsa belgefîlma ser Yaşar Kemal û him jî qonaxên jiyan û nivîskariya Yaşar Kemal dike.
Fri, 09 Sep 2022 - 52min - 500 - Perwerdehiya Mamosteyên Zimanê Kurdî
Li Almanya’yê li 7 eyaletan derfet heye, ku zarok di dibistanên dewletî de zimanê Kurdî wekî dersa zimanê dayîkê bixwînin. Herçend li Almanya’yê zêdeyî milyonek û 300 hezar Kurd dijîn jî zarokên ku diçin wan dersan gelek kêm e. Yek ji sedeman jî ew e, ku mamoste têrê nakin. Yekmal Akademî jî da ku vê valahiyê dagire bernameyeke perwerdekirina mamoste û dersdarên Kurdî Kurmancî li dar dixe. Ji Yekmal a Bremen’ê bi Dr. Münevver Azizoğlu-Bazan vê perwerdehiyê, mufredat û meşandina wê rave dike.
Fri, 17 Jul 2026 - 35min - 499 - Li Enqere'yê civîna NATO'yê
Civîna bilind a NATO’yê li Enqere’yê bi rê ve çû. Rûsya wekî neyarê sereke hat dubare kirin, navê Çîn'ê derbas nebû. Civîn piştî tengezariyên di navbera Amerîka û welatên Ewropî de pêk hat ku Ewropiyan piştgirî nedabûn şerê Îran’ê. Trump dostaniya xwe ya digel Erdoğan çendîn car bin xêz kir û got ewê him motorên nû bifroşin Tirkiye’yê û him jî firokeyên Tirkiye’yê nûjen bikin. Di civînê de demokrasî, deshilatdariya huqûqê yan mafên mirovan nehatin rojevê. Dr. Kemal Sido rave dike.
Fri, 03 Jul 2026 - 31min - 498 - Li Ewropa'yê pêla germê
Bilindbûna germahiyê û karesatên jîngehî yên çend rojên dawî bi zelalî nîşan didin ku mirovahî divê bi lez li dijî têkçûna jîngehê tevbigere. Pispora jîngehpareziyê Dr. Mediha Sofî li ser bandorên vê pirsgirêkê û awayê helwesta li hember wê rave dike.
Fri, 03 Jul 2026 - 28min - 497 - Kurdên Xorasan'ê
Kurdên Îran’ê vê dawiyê ji ber şerê li Îran’ê gelek di rojevê de ne. Lê hin ji wan Kurdan gelek dûrî Kurdistan’ê ne û pirr nayên nas kirin. Kurdên Xorasan’ê. Mehdî Caferzade bixwe xelkê Xorasan'ê ye û behsa dîrok, çand û civaka Kurdî dike.
Fri, 26 Jun 2026 - 44min - 496 - Rêziknameyên nû yên penaberiyê yên YE yên GEAS / Peymana Îran/USFri, 19 Jun 2026 - 33min
- 495 - Gelo Çarçove-Qanûn derdikeve?
Komîsyona parlamenterî ya pêvajoya çareseriyê di rapora xwe de çarçove qanûnek pêşniyar kiribû, ku çav lê ye vê mehê were pêşiya Meclîsê. Lê belê nayê zanîn, ka ev qanûn dikare bibe bersiva bendewariyên aliyê Kurdî. Pisporê zanistên siyasî Sinan Önal şîrove dike.
Fri, 05 Jun 2026 - 37min - 494 - Danûstandinên Îran û Amerîkayê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka'yê bi êrîşên xwe zirareke mezin a leşkerî da Komara Îslamî ya Îran'ê lê nikaribû bigihîje hedefên xwe yên stratejîk. Çavdêrê siyasî Behroz Ensari û partiya Komala Aram Mudaresi birêveçûna vî şerî û karîgeriyên wî yên ser Rojhilatê Kurdistan'ê rave dikin.
Fri, 05 Jun 2026 - 31min - 493 - Hilbijartinên Rojavayê Kurdistan'ê
Di 24’ê mehê de li Rojavayê Kurdistan’ê hilbijartin pêk hatin. PYD û partiyên pê re ji ber neheqiya hejmara kursiyan hilbijartin boykot kirin, partiyên ENKS’ê dîsa jî ketin hilbijartinan. Di encamê de tevî Efrîn û Şehba’yê hejmara parlamenterên Kurd gihaş 9 kesan. Hevdem serbestberdana dîlên HSD’ê û vegera xelkê Efrîn’ê jî berdewam dike. Rojnameger Roj Mûsa hilbijartin û vegera xelkê Efrîn’ê rave dike.
Fri, 29 May 2026 - 38min - 492 - Hikûmeta nû ya Iraqê
Parlamentoya Iraqê di 14’ê Gulanê de raya pêbaweriyê da kabîneya Elî Zeydî, lê hukûmetek ku tenê 14 wezîr derbas bûn û 9 wezaret nehatin erê kirin. Ji Başûrê Kurdistan’ê ji Silêmanî rojnamevan û şarezayê mijarên siyasî û ewlehiyê Newroz Sinjar rave dike.
Fri, 22 May 2026 - 30min - 491 - 110 Sal Rêkeftina Sykes-Picot
Peymana nepenî ya Sykes-Picot, ku Rojhilatê Navîn li gor berjewendiyên Brîtanyan û Fransa par ve dikir, 110 sal berê, di 16’ê Gulana 1916’an hat îmze kirin. Ev peyman piştî zêdeyî sedsalê hîna jî di rojevê de ye. Em jî bi Prof. Hamit Bozarslan re li ser vê peymanê û karîgeriyên wê yên roja me ya îroyîn dipeyivin.
Fri, 15 May 2026 - 36min - 490 - Kêmkirinên di sektora civakî de û bandorên wanFri, 08 May 2026 - 30min
- 489 - Gelo pêvajoya çareseriyê xitimî?
Ji destpêka pêvajoyê ve 18 meh buhurîn. Herdu alî li ser navê wê jî nehevbîr in. Ji bo hikûmetê pêvajoya Tirkiyeya bê teror, ji bo Kurdan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Herweha herdu alî hevdu bi derengxistina pêvajoyê tawan dike. Dewlet dibêje çekdanîn bi giştî pêk nehatiye, aliyê Kurdî dibêje bê garantiyên qanûnî ew gav naçe serî. Herweha nîqaşên hilbijartinên pêşwext û rûdanên herêmî jî hene. Ji Amedê, ji Zanîngeha Dîcleyê ji Fakulteya Huqûqê bi Doç. Dr. Vahap Coşkun şîrove dike.
Fri, 01 May 2026 - 38min - 488 - Şerê Îranê: Buhabûna jiyanê ya li Almanyayê
Ji ber şerê Îranê bazarên enerjiyê, zincîreyên dabînkirinê û barkêşiya navneteweyî bi awayekî berbiçav bandor bûne.
Fri, 24 Apr 2026 - 27min - 487 - Agirbesta Lerzok û Tengava Hurmuz
Herçend danûstandinên Îslamadê serneketin jî agirbesta lerzok a di navbera Amerîka û Îran’ê de berdewam dike. Trump vê carê abluqayek danî ser tengava Hurmuzê û li bendê ye, ku Îran şert û mercên wî qebûl bike. Herweha plansaziya tevlêkirina hêzên Kurdî ya di şerekî bejahî de ji bo niha hatiye rawestin. Ji Zanîngeha Sussex a Îngîltereyê, pisporê peywendiyên navnetewî, Doç. Dr. Kamran Matin rave dike.
Fri, 17 Apr 2026 - 48min - 486 - Bandorên agirbesta 2-hefteyî li ser şerê ÎranêFri, 10 Apr 2026 - 31min
- 485 - Perwerdehiya Kurdî wekî zimanê dayîkê
Ev 33 sal in li Almanya’yê derfet heye ku zarokên Kurdan di dibistanên dewletî de hînî zimanê xwe yê dayîkê bin. Dersan serê pêşî di sala 1993’an de li Bremen’ê, ya dawî jî di 2025ân de li Saarland’ê dest pê kir û niha li heft eyaletan tên meşandin. Dr. Şerif Derince vê dawiyê li cem Zanîngeha Postdamê teza xwe ya doktorayê ya ser li Almanya’yê di dibistanên dewletî de hînkirina zimanê Kurdî pêşkêş kir.
Fri, 03 Apr 2026 - 47min - 484 - 3. Festîvala Fîlmên Kurdî Düsseldorf
Sêyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê di navbera 17-19’ê Nîsanê de bi rê ve diçe. Di festîvalê de bi dehan fîlm, kurtefîlm û belgefîlm tên nîşandan. Em jî digel yek ji amadekarên vê festîvalê listîkvan û fîlmsaz Sarhat Hulaku re dipeyivin.
Fri, 27 Mar 2026 - 24min - 483 - Vîzeya Xebatê: Serpêhatiya Endezyarekî Kurd
Almanya ji aliyekî ve qanûnên xwe yên koçberiyê hişktir dike lê ji aliyê din de jî ji bo hatina karker û xebatkarên pispor û zîrek derfetên nû vedike, ji ber ku pêdivî bi karkeran heye. Lê ji salên 60’î cihêtir divê karker pispor bin, xwendina wan a bilind hebe. Lê pêvajoya hatina wan çawa dimeşe? Çi zehmetiyên burokratîk û civakî derdikevin pêşiya wan? Endezyar Seyîtxan Ayav jî behsa serpêhatiya xwe ya hatina Almanya'yê dike.
Fri, 20 Mar 2026 - 39min - 482 - Şerê Îranê dijwartir dibe
Şerê Îran'ê her ku diçe dijwartir dibe û Komara Îslamî di warê leşkerî de mderbeke mezin xwar. Ji bo êrîşeke bejahî navên pêşmergeyên partiyên Kurd ên Rojhilatî derbas dibin. Çavdêrê siyasî Shorsh Alyari, rojnameger Agiri Emailnazhad û çalakvan Mahdi Fattahi mêvanên vê hefteyê ne.
Fri, 13 Mar 2026 - 35min - 481 - Rojhilat: Hêzên Kurdî garantî dixwazin
Îsraîl û Amerîka careke din li Îran’ê dixin û Komara Îslamî ber xwe dide. Çavê Îsraîl û Amerîka li Kurdên Rojhilat e, ku li ser erdê şerê Komara îslamî bikin. Lê bi taybetî piştî tecrûbeya Rojava Kurdên Rojhilat bi baldarî tevdigerin. Gelo şerê Îran’ê ji bo Kurdan derfetek yan xeterek e? Hevkariya bi Amerîka ewê li ser çi şert û mercan be? Hêzên Kurdî çiqas amade ne? Ji KJAR'ê Maryam Fathi rave dike.
Fri, 06 Mar 2026 - 46min - 480 - Depresyon: Nexweşiya Serdema Me
Depresyon nexweşiyek e ku dikare were dermankirin e. Bi desteka civakî, terapiya psîkolojîk û heger hewce be bi dermanan, gelek kes dikarin vegerin jiyana xwe ya asayî. Dr. Şwan Muhammed Omer li ser depresyonê û bandorên wê dipeyive û herweha şîretên pisporiyê dide.
Fri, 27 Feb 2026 - 27min - 479 - München: Nijadperestiya dij Kurdan
Lêkolîneke nû diyar dike, ku nijadperestî û cudakarî parçeyeke jiyana rojane ya Kurdên München'ê ne. Mexdûr pirranî ciwan in û bi taybetî keçên ciwan. Lêkolîna Prof. Dr. Cinur Ghaderi
Fri, 20 Feb 2026 - 45min - 478 - Danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê deFri, 13 Feb 2026 - 30min
- 477 - Rojava: Li aliyekî seferberî li aliyekî muzakere
Rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şam'ê de di 2'ê Sibatê ket meriyetê. Nureddîn Ehmed wekî yekem waliyê Kurd ê Hesekê dest nîşan kirin. Dorpêça Kobanî berdewam dike. Amerîka'yê çima dev ji pişgiriya xwe ya bo HSD'ê berda? Rojnameger Dr. Tariq Hemo rave dike.
Fri, 06 Feb 2026 - 41min - 476 - Tadeya Dêrûnî ya Şer li ser Kurdan
Li hember êrîşên ser Rojava, Kurd li her der ser piyan e. Pispor dibêjin ev şer û pevçûn li cem gelê Kurd dibe sedeme bêzariyên dêrûnî. Vê heftê dêrûnînas Houshyar Faqehi û nivîskar Mahmoud Tschawisch dibin mêvanên me.
Fri, 30 Jan 2026 - 29min - 475 - Rojava: Berxwedana man û nemanê
Piştî ku Amerîka’yê piştigiriya xwe ya ji bo HSD’ê vekişand, artêşa Sûrî êrîşî HSD’ê dike û rewşa niha de HSD ji herêmên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûrî vekişiya û parastina Rojavayê Kurdistan’ê dike. Kobanî careke din di bin dorpêçê de ye. Dema agirbestê di 24'ê mehê de diqede. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek rave dike.
Fri, 23 Jan 2026 - 40min - 474 - Xwepêşandanên li Îranê û şerê li Helebê
Xwepêşandan û nerazîbûnên di nav welatiyên Îranê de berdewam dikin û hejmara xwepêşandêrên kuştî zêde dibe. Shler Bapiri, çalakvaneke ji rêxistina mafên mirovan Hangaw rewşa dawî rave dike.
Fri, 16 Jan 2026 - 30min - 473 - Li Heleb'ê şerê giran
Ji 6’ê mehê ve taxên Kurdan ên li Bakurê Helebê, Şêx Mesqûd, Eşrefiyê, Benî Zêd di bin dorpêça artêşa Ereb a Sûrî de ne. Meclîsa gel a Helebê jî di daxuyaniyekê ragihand, ku ew ji taxên xwe dernakevin. Hêzên Asayişê yên wan taxan jî bi çekên xwe yên sivik ber xwe didin. Hevpeyvîna digel rojnameger Roj Mûsa.
Fri, 09 Jan 2026 - 36min - 472 - Di sala 2026an de li Almanya dê çi biguhere?
Wekî hercarê, di sala nû de hin qanûn û rêzikname tên guhertin. Herwiha li NRW'ê projeyên nû yên avadaniyê û mijara mazûvaniya Olîmpiyadan heye. Di vê podcastê de, emê awireke giştî vedin li ser guhertinên yasayî û îdarî yên ku di sala 2026an de li eyaleta North Rhine-Westphalia û li Almanyayê pêk tên.
Fri, 02 Jan 2026 - 24min - 471 - Mîrata Hunerî ya Eyşe Şan'êFri, 26 Dec 2025 - 32min
- 470 - Siyaseta penaberan û girtîgehên dersînorkirinê
Almanya siyaseta xwe ya penaberan hişktir dike û alîkariyên ji bo penaxwazan kêm dike, pê re hejmara serlêdanan jî kêm dibin.
Fri, 19 Dec 2025 - 23min - 469 - Rojava û Şam nakok dimînin
Bi ser rûxana rejîma Esad salek buhurî. Lê belê Sûrî hîna jî him di warê aborî û him jî di warê ewlekariyê de ji aramî û seqemgiriyê dûr e. Çarenivîsa Rojava û Kurdan hîna jî mijara danûstandinan e. Desttêwerdanên welatên cîran ên wekî Îsraîl û Tirkiye’yê jî bê navber berdewam dikin. Hevpeyvîna digel Ferhad Ehmê, ji rêxistina sivîl PÊL.
Fri, 12 Dec 2025 - 49min - 468 - Hovîtiyeke Bêceza: Komkujiya Vartînîs'ê
Vartînîs yek ji hovîtiyên salên 90’î yên li Bakurê Kurdistan’ê ye.. Fîlmsaz û derhêner Celil Badikanli û Özlem Diler jî li ser vê karesatê belgefîlmek çêkiriye.
Fri, 28 Nov 2025 - 31min - 467 - Li Bonn'ê Konferansa Aştiyê
Di 22'ê Mijdarê de li Bonn'ê konferanseke berfireh aştiyê tê li dar xistin, ku tê de pêvajoya li Tirkiye'yê tê gotûbêjkirin.
Fri, 21 Nov 2025 - 29min - 466 - Kemîna Mykonos'ê: Kuştina Dr. Şerefkendî
Rojnameger û nivîskar Perwer Armed bi pirtûka xwe Kemîna Mykonons’ê li ser vê suîqastê hûr bûye û di encama lêkolînkirina bi hezaran rûpel belge û hevdîtinên digel bi dehan şahidan de aliyên vê suîqastê derdixe holê, ku heta niha nedihatin zanîn.
Fri, 14 Nov 2025 - 42min - 465 - PKK ji Tirkiye'yê vedikişe
Roja 26’ê mehê PKK’ê biryara vekişîna hemû hêzên xwe yên çekdar ên ji nav Tirkiye’yê ragihand. Ev pêngav ji aliyê Tirk ve jî bi awayekî erênî hat pêşwazî kirin. Şandeya DEM Partiyê jî bi serokkomar Erdoğan rûnişt û peyam hat dayîn, ku herdu alî di berdewamkirina pêvajoyê de hevbîr in. Rojnameger Amed Dîcle biryara vekişînê û birêveçûna pêvajoya çareseriyê dinirxîne.
Fri, 31 Oct 2025 - 27min - 464 - HSD dibe beşeke sereke ya artêşa Sûrî
Vê heftê hat ragihandin, HSD’ê û hikûmeta Şam’ê li hev kirine, ku HSD bi sazbûnên xwe wekî sê firqeyan tev li artêşa Sûrî bibe, ku YPJ jî dibe çendîn lîwa di nav wan de. Weha xuya ye, Amerîka û dewletên din ên garantor zext li ser hikûmeta Şam’ê kirine da ku pê razî be. Lê belê Tirkiye di vê yekê nerazî ye. Ji Kobani’yê, rojnameger Lezgîn Îbrahîm vê rekeftinê, şert û mercên paş wê de û herweha pêkaniya cih bi cih kirina madeyên wê şîrove dike.
Fri, 17 Oct 2025 - 41min - 463 - Salek di ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê re derbas bû
Ji Cotmeha 2024’an ve li Tirkiye’yê pêvajoyeke din a çareseriyê dimeşe. Rojnameger Kakşar Oremar salek piştî despêkirina wê, vê pêvajoya aştiyê şîrove dike.
Fri, 10 Oct 2025 - 29min - 462 - Li Almanya'yê Nijadperestiya dij Kurdan
Informationstelle Antikurdischer Rassismus vê heftê raporeke li ser bûyerên nijadperetiya dij Kurdan a li Almanya’yê weşand. Rapor ne tê amar û hejmarên van bûyeran dide lê herweha cih dide çendîn gotarên zanist û pisporan, ku di vî warî de kar û xebat dimeşînin. Herweha pêşniyarên zelel jî beşeke vê raporê ne. Em jî ji IAKR bi Passar Hariky re li ser bûyerên nijadpesretiya dij Kurdan û naveroka raporê dipeyivin.
Fri, 03 Oct 2025 - 36min - 461 - NRW 2025: Encumenên Întegrasyonê
Di 14’ê mehê de li NRW hilbijartinên xwecihî anku hilbijartinên şaredarî, encumen û qeymeqamiyan hatin li dar xistin. Û di 28’ê mehê de li çendîn bajarên mezin tûra duyem a hilbijartinan tên li dar xistin. Di hilbijartinên xwecihî de herweha meclîsên întegrasyonê jî hatin hilbijartin. Emê jî bi Şahin Kürküt re bipeyivin. Camêr li Bonn’ê ji lîsteya serbixwe ya Kurdî ket wê meclîsê.
Fri, 26 Sep 2025 - 33min - 451 - Qedexeya telefonên desta li dibistanan
Pispor daxwaz dikin, ku di dibistanan de bikaranîna telefûnên destî were qedexe kirin. Ew dibêjin, telefûn di perwerdehî û perwerşînê de dibin pirsgirêk. Di vê podcastê de em bi mamoste Soma Altikulac û mamoste Skala Fatah re diaxivin.
Fri, 04 Jul 2025 - 26min - 450 - Şerê 12 rojî ya Îran û Îsraîl'ê
Şerê Îsraîl û Îran'ê 12 rojan ajot û heta Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê jî rojekê rasterast tesîsên atomî yên Îran’ê bombebaran kirin. Taliyê di 25’ê mehê bi navbeykariya Amerîka’yê agirbestek hat ragihandin. Lê ji hingî ve herdu alî berdewam gef li hevdu dixwin. Em jî ji Zanîngeha Carleton a Kanada’yê bi profesorê alîkar bi Dr. Sardar Saadî re li ser vî şerî, helwesta Kurdên Rojhilat û pêşbîniyên sibê rojê dipeyivin.
Fri, 27 Jun 2025 - 37min - 449 - Şerê di navbera Îsraîl û Îranê deFri, 20 Jun 2025 - 33min
- 448 - Pêvajoya Aştiyê û Qedexeya PKK'ê
Partiya Karkekê Kurdistan’ê PKK, ku ji 1993’an ve li Almanya’yê qedexe ye, di sala 2022’an der serî li wezareta navxweyî dabû, ku qedexe were rakirin. Herçend wezaretê ev daxwaz red jî kir, rêxistinê serî li dadgeha îdarî ya Berlîn’ê da. Rêxistin niha biryarên çekdanîn û xwefesxkirinê jî li serlêdana xwe zêde dike. Ji MAF-DAD’ê parêzer Rengîn Engül şîrove dike.
Fri, 13 Jun 2025 - 32min - 447 - Festîvala Huner û Çanda Kurdî li BerlînêFri, 06 Jun 2025 - 27min
- 446 - 2026: Zanîngeha Kurdî-Almanî tê vekirin
Di sala 2026’an de yekemîn zanîngeha navnetewî ya Kurdî-Almanî dest bi perwedehiyê dike û amadehî gihaştine qonaxa dawîn. Zanîngeh ewê ne tenê dersên ziman û wêja Kurdî bi zimanê Kurdî bide lê herweha beşên din ên wekî zanistên civakî û beşên teknolojiyê jî. Em jî ji lijneya damezinêr bi Lezgîn Botan re li ser amadehiyên zanîngehê û zehmetê û derfetên wê dipeyivin.
Fri, 30 May 2025 - 33min - 445 - Tirkiye-PKK û Rojhilata NêzîkFri, 23 May 2025 - 24min
- 444 - Dawiya PKK'ê û têkoşîna çekdarî
Partiya Karkerên Kurdistan’ê PKK’ê li ser banga Abdullah Öcalan dawî têkoşîna xwe ya çekdarî anî û xwe fesix kir. Ev yek nayê wê wateyê ku wan dev ji doza xwe berdaye lê belê ewê ji niha û pê ve têkoşîna xwe bi rê û rêbazên aştiyane bimeşînin, wekî siyaset û rêxistinkirina civakî. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çîçek paşxaneya xwe fesixkirina PKK’ê û encamên wê yên ser pêvajoya çareseriyê dinirxîne.
Fri, 16 May 2025 - 49min - 443 - Danûstandinên di navbera Îran û Amerîka deFri, 09 May 2025 - 31min
- 442 - Rojava: Konferansa Yekrêziya Kurdî
Roja 26’ê li Qamişlo’yê Konferenasa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat li dar xistin û di encamê de biryar derket, ku Kurd ewê bi şandeyeke hevpar herin Şam’ê, da ku doza mafên netewî yên Kurdan lê herweha yên pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin. Vê yekê li cem ne tenê xelkê Rojavayê Kurdistan’ê lê tevahiya Kurdistan’ê bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. Rojnameger Roj Mûsa him encamên konferansê him jî li dengvedan û karîgeriyên wê şîrove dike.
Wed, 30 Apr 2025 - 37min - 441 - Rewşa Sûriye û Rojava
Piştî ku HTŞ hat ser desthilatdariya Sûrî li welêt hewldanên guhertinê hene. Lê belê di vê serdemê de karîgeriyên desttêwerdanên ji derve ji her demê bêhtir in. Lê sibêrojeke çawa li benda Rojava û Sûrî ye? Em jî vê heftê ji GfbV Dr. Kemal Sido re, ku niha li Rojava ye û herweha bi rojnameger Siruan Haj Hussein re li ser rewşa niha û sibêroja Rojava û tevahiya Sûrî dipeyivin.
Fri, 25 Apr 2025 - 28min - 440 - Aştî heta dawiya Hezîranê?
Bi hevdîtina şandeya DEM Partî ya digel serokkomar Erdoğan pêvajoya çareseriyê ket qonaxeke nû lê belê aliyê Tirk hîna jî gavên hewce ne avêtin. Ji aliyê din de tê pêşbînî kirin, ku pêvajo heta dawiya meha Hezîranê bi awayekî serkeftî biçe serî. Ji Kongreya Netewî ya Kurdistan’ê KNK’ê Nilüfer Koç şîrove dike.
Fri, 18 Apr 2025 - 41min - 439 - Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê
Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê di navbera 23-27’ê Nîsanê de bi rê ve diçe. Di festîvalê de 30 fîlmên kurt, dirêj û belgefîm tên nîşandan û mijara sereke ya îsal Rojava ye. Herwiha gelek derhêner jî ewê di festîvalê de amade bin û temaşevanan re hevpeyvînê bikin. Em jî digel yek ji amadekarên vê festîvalê listîkvan û fîlmsaz Sarhat Hulaku re dipeyivin.
Fri, 11 Apr 2025 - 25min - 438 - Pêvajoya çareseriyê û qeyyûmFri, 04 Apr 2025 - 36min
- 437 - Dersînorkirina Koçber û Penaberan
Li Almanya’yê zêdetirî 20 mîlyon koçber û penaber dijîn. Ji aliyekî ve welat zextên xwe yên li ser penaberan tundtir dike ji aliyê din de jî partiyên muxalefetê zextê li ser hikûmetê dikin ku penaberan dersînor bike.
Fri, 28 Mar 2025 - 26min - 436 - Newroz / Hefteya Navneteweyî ya Dijî NijadperestiyêFri, 21 Mar 2025 - 30min
- 435 - Rêkeftina Mazlum Abdî û Colanî
Di 10’ê mehê de fermandarê HSD’ê Mazlûm Abdî û serokkomarê nû yê Sûrî Ahmed Şara anku colanî rêkeftinek îmze kir. Rêkeftin li ser entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên rêveberiya xweser a bi dewleta Sûrî bû. Lê sê roj paşê îcar Colanî destûra demborî ragihand, ku ewê 5 salan di meriyetê de be. Rêkeftin û destûra demborî ji gelek aliyan ve li hev nakin. Îcar şansê cihbicih kirina rêkeftinê ewê çiqas be?
Fri, 14 Mar 2025 - 33min - 434 - Ji Öcalan banga çekberdanê
Abdullah Öcalan, ku ev 26 sal in di zindana Îmrali’yê de ye, di 27’ê mehê bang li PKK’ê kir ku di encama kongreyekê de çekên xwe deynin û xwe fesih bikin. Öcalan herweha ji deewleta Tirk xwest û ji bo pêkanîna vê yekê bingehên siyasî û huqûqî deyne. Em jî bi endamê konseya rêvebir a KCK’ê bi Zubeyir Aydar re him li ser vê bangê him jî pêvajoya ji niha û pê ve dipeyivin.
Fri, 07 Mar 2025 - 37min - 433 - Bandora Encama Hilbijartina 2025Fri, 28 Feb 2025 - 27min
- 432 - Pirrzimanî di nav malbat û perwerdehiyê de
21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê ye. Em jî hersal bi boneya vê rojê mamosteyên Kurdî û pisporên perwedehiyê dikin mêvan. Û vê heftê jî em ji Yek-Mal Akademî bi Şerîf Derînce re dipeyivin. Yekmal Akademî vê dawiyê lêkolîneke berfireh a pirrzimaniyê di nav malbatên koçber ên li Berlîn’ê de meşand. Şerîf Derînce him li ser lêkolînê û him jî li ser encamên wê dipeyive.
Fri, 21 Feb 2025 - 35min - 430 - Hilbijartin 2025: Vedat Akter ji Köln'ê namzet e
di 23’ê vê mehê hilbijartinên pêşwext tên li dar xistin. Mijara koçber û penaberan wekî hercarî di kampanyayên partiyan de cihê sereke digire. Helbet di nav namzetan de kesên esil biyanî jî hene. Wekî mînak Vedat Akter. Camêr ji Köln Mülheim/Leverkusen ji partiya Çep namzetê rasterast e. Emê jî vê heftê pê re li ser hilbijartinên pêşwext, namzetiya wî û nîqaşên ser koçberan bipeyivin.
Fri, 07 Feb 2025 - 41min - 428 - Hevdîtina Serok Barzanî û General Mazlûm
Serok Mesûd Barzanî di 16’ê mehê de li Hewlêr’ê pêşwaziya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî kir. Di hevdîtinê de yekrêziya Kurdan û çarenûsa Rojavayê Kurdistan'ê hatin nîqaş kirin. Hevdem êrîşên Tirkiye’yê yên ser bendava Tişrîn’ê berdevam dike û di encamê de bi dehan xelkê sivîl jî hatin kuştin. Em jî ji Kobani’yê bi Lezgîn Ibrahîm re him rewşa dawî ya li herêmê û him jî degvedanên vê hevdîtina li Hewlêrê gotûbêj dikin.
Fri, 24 Jan 2025 - 43min - 427 - Îran: Cezayê îdamê ser Pexşan Ezîzî
Çalakvana medenî Pexşan Ezîzî di Tebaxa 2023’an de li Tehran’ê hatibû destgîr kirin û bi tawana serhildana çekdarî ya dij Komara Îslamî dihat darizandin. Di Sibata 2024’an de Dadgeha Inqilaba Îslamî cezayê îdamê da Pexşan Ezîzî. Herweha cezayê 4 sal cezayê zindanê ji ber endametiya PJAK’ê. Dadgeha bilind jî di 8’ê mehê de wî cezayê pesend kir.
Fri, 17 Jan 2025 - 30min - 426 - Hêvî û geşedanên muhtemel ên ji bo Kurdan di sala 2025an deFri, 10 Jan 2025 - 32min
- 425 - Nûnerên partiya DEM’ê li Îmraliyê çûn serdana Öcalan
Şandeya DEM Partiyê şemiya buhurî li grava Îmrali'yê çû seredana Abdullah Öcalan. Diyar kir, ku ew piştgiriyê dide paradîgmaya nû û ji bo çareseriyê amade ye.
Fri, 03 Jan 2025 - 20min - 424 - Salvegera koça dawî ya Eyşe Şan
18'ê Kanûnê salvegera koça dawî ya hunermenda nemir Eyşe Şan bû. Eyşe Şan tevî hemû zehmetiyê malbatî û civakî dev ji stranbêjiyê berneda. Wê herweha di stranên xwe de adetên civakî rexne kirin û xwedî li ziman û nasmeya xwe ya Kurdîtiyê derket. Nivîskarê pirtûka jînenîgariya Eyşe Şan Kakşar Oremar vê heftê mêvan e.
Fri, 27 Dec 2024 - 29min - 423 - Serjimêriya li IraqêFri, 20 Dec 2024 - 29min
- 422 - Rejîm rûxa- Kurd ewê çi bikin?
Rejîma Esad rûxa û desthilatdariya welêt ket destê Heyet Tahrir uş-Şam. Tirkiye êrîşên xwe yên ser Rojava berdewam dike. Kurd ewê sibêroja Sûrî de çi rolê bilîzin? Em jî ji rêxistina civaka sivîl ji Civil Waves PÊL bi Ferhad Ehmê re li ser rûxana rejîmê û sibêja Sûrî de dipeyivin.
Fri, 13 Dec 2024 - 58min - 421 - HTŞ li Sûrî pêş ve diçe
Heyet Tahrir el Şam vê heftê dest bi êrîşî bajarê Heleb'ê kir û niha piştî Hema'yê ber bi Humus'ê ve dimeşe. Hêzên Îslamî yên ser bi Tirkiye'yê êrîşî herêmên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk dike. Em jî digel rojnamevan Siruan Haj Hussein û Dr. Kemal Sido dipeyivin.
Fri, 06 Dec 2024 - 29min - 420 - Tirkiye: Aştiyeke bê muzakere
Serokê MHP’ê Bahçeli banga xwe ya ji bo Öcalan dubare kir. Serokkomar Erdoğan jî careke din xwedî li vê bangê derket. Niha di rojevê de seredana endamên DEM Partiyê ya ji bo serokê PKK’ê Abdullah Öcalan heye. Em jî ji Rojnameger Îrfan Aktan dipirsin, ka ew vê pêvajoyê çawa dinirxîne û şert û mercên niha çawa dibîne ji bo destpêkirin û meşandina pêvajoyeke nû.
Fri, 29 Nov 2024 - 34min - 419 - Roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinanFri, 22 Nov 2024 - 32min
- 418 - Tirkiye: Aştî ya xapînok?
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirk MHP’ê Devlet Bahçeli banga xwe ya ji bo serokê PKK'ê Abdullah Öcalan dubare kir. Aliyê dewletê dixwaze PKK yekser çekan berde. Hevdem hikûmetê careke din qeyyûm avêtin ser sê şaredariyên Kurdan. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek şîrove dike.
Fri, 15 Nov 2024 - 45min - 417 - Trump dîsa bû serokê Amerîka'yê
Di encama hilbijartinên 5’ê Mijdarê de namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump careke din wekî serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê hat hilbijartin. Ji Washington’ê, ji beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka Robîn Reşvan encamên hilbijartina Trump dinirxîne.
Fri, 08 Nov 2024 - 28min - 416 - Tirkiye: Pêvajoyeke din a aştiyê?
Piştî daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçeli li Tirkiye’yê dîsa nîqaşa pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Berevajî deh sal berê vê carê MHP û CHP jî peyamên erênî didin. Lê belê divê ev daxuyanî çiqas ciddî werin girtin? Gelo pêvajoyeke aştiyê dikare pêk were? Rêberê PKK’ê Abdullah Öcalan vê carê dikare roleke cudatir bilîze? Em van pirsan ji pisporê zanistên siyasî Sinan Önal dikin.
Fri, 01 Nov 2024 - 47min - 415 - Bandora encamên hilbijartinêFri, 25 Oct 2024 - 30min
- 414 - Scholz seredana Erdoğan dike
Di 5’emîn salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de serokwezîr Olaf Scholz seredana Tirkiye’yê dike. Çend roj beriya vê seredanê hat ragihandin, Almanya dawî li ambargoya çekan a ser Tirkiye’yê tîne. Em jî bi rojnameger Roj Mûsa re him li ser seredana Scholz a Tirkiyey’yê û rewşa li herêmên dagirkî dipeyivin.
Fri, 18 Oct 2024 - 42min - 413 - Hilbijartinên Başûrê Kurdistan'ê
Di 20'ê Cotmehê de li Başûrê Kurdistan'ê hilbijartinên parlamentoyê tên li dar xistin. Vê carê hilbijartin ni nebûna parlamentoyeke çalak de tên li dar xistin. Em jî Hewlêr'ê bi ronakbîr Aso Haidari, bi rojnamegerên ji Silêmanî Dilshad Anwar û ji Duhok'ê Niamat Maronsî re li ser pêvajoya hilbijartinê û bendewariyên hilbijêran dipeyivin.
Fri, 11 Oct 2024 - 33min - 412 - Dersînorkirina hevwelatiyên Tirkiye'yê
Almanya û Tirkiye’yê careke din li ser vegerandina penaberan li hev kirin, lê belê îcar mijar xelkê Sûrî yan Afxanistan’ê nînin, hevwelatiyên Tirkiye’yê ne, ku penaberiya wan nehatiye qebûl kirin. Û Hêjayî gotinê ye, pirraniya wan Kurdên me ne. Em jî li ser vê rêkeftinê ji Rêxistina Gelên di bin metirsiyê de, bi Dr. Kemal Sido re dipeyivin.
Fri, 04 Oct 2024 - 29min - 411 - kovara ÇîyaFri, 27 Sep 2024 - 31min
- 410 - 2. Salvegera kuştina Jîna Emînî
Bi ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî du sal buhurîn. Xwepêşandan wekî berê girseyî nînin jî mirov nikare behsa aramiyekê li Îran’ê bike. Ka di van du salên buhurî de çi hat guhertin? Bi taybetî nifşa nû, ku pêşengiya xwepêşandanan dikirin niha çi dikin. Ji Komeleya Jinên Azad ên Rojihilatê Kurdistan’ê KJAR’ê çalakvana mafên jinan Meyrem Fethî bersiv dide.
Fri, 20 Sep 2024 - 34min - 409 - Pireke di di navbera Rojhilat û Rojava de
Komeleya çandî û werzişî ya Kurd û Iraqî tevî koma Kolovielena di 28'ê Îlonê de li Düren'ê konserek li dar dixe: Pira di navbera Rojhilat û Rojava de. Çalakvana mafê jinan Roonak Aziz û muzîkjen Alan Arif mêvanên vê heftê ne.
Fri, 13 Sep 2024 - 28min - 408 - Çîroka Stranekê: Welatê me Kurdistan e
Di sala 1973’an de dema ku stran a "Welatê me Kurdistan e" li ser frekansên Radyoya Erîwan’ê hat weşandin, stranê li seranserî Kurdistan’ê bi şewqeke mezin hat guhdarî kirin. Mirov bi zimanê îroyîn bêje, stran dibe "hit" û gelek guhdar jî name dişînin ji radyoyê re ku wê stranê careke din, careke din lê din. Anku ev stran dibe sirûda nasnameya Kurdî. Nivîskarê vê stranê Mecîd’ê Silêmên di Tebaxa 2028ân de li Qazaxistan’ê koça dawî kir.
Fri, 06 Sep 2024 - 34min - 407 - Navid ZardiFri, 30 Aug 2024 - 36min
- 406 - 50 salên bi huner: Şivan Perwer
Hunermend Şivan Perwer îsal 50 saliya hunera xwe pîroz dike. Em jî di vê xeleka xwe de cih didin hunera wî û em bi nivîskarê jînenîgariya Şivan Perwer bi Dr. Abdullah Încekan re him li ser jiyan him jî li ser hunera vî hunermendî efsanewî dipeyivin.
Fri, 23 Aug 2024 - 34min - 405 - Iraq: Zewicandina keçên 9 salî
Di parlamentoya Iraq'ê de pêşnûma qanûnek tê nîqaş kirin, ku dihêlê keçikê 9 salî werin zewicandin. Li hember jî gelek rexne hene. Rêvebira rêxistina mafên jinan Amez, Kanda Muhammed helwesta rêxistinên jinan a beranber vê pêşnûmeyê şîrove dike.
Fri, 16 Aug 2024 - 32min - 404 - Betlane mafê her zarokekî/ê ye
Betlaneya havînê dest pê kir. Bi taybetî jî malbatên bi zarok ketin nav teşqeleyekê. Lê divê zarok tatîla xwe çawa derbas bikin? Malbatên ku nikarin herin tatîlê dikarin çi bikin? Em van pirsan ji Frankfurt’ê ji sosyalpedagog û terapîstê malbatî ji Mehmet Ataç dikin.
Fri, 09 Aug 2024 - 31min - 403 - 10 sal piştî komkujiya ŞengalêFri, 02 Aug 2024 - 35min
- 402 - Lihevhatina Erdoğan û Esad
Piştî du salan Erdoğan careke din hewlê dide bi serokê Sûrî Beşar Esad re were cem hev. Vê carê Esad bi zimanekî nermtir bersiv da lê belê hîna jî diyar nîne ka civîn ewê pêk were, pêk were jî li ku û di bin çi şert û mercan de. Em jî ji Rêxistina Civil Wave PÊL bi birêz Ferhad Ehmê vê hewldanê û senaryoyên pêkan dinirxînin.
Fri, 26 Jul 2024 - 42min - 401 - Tirkiye êrîşî başûrê Kurdistanê dike
Tirkiye li seranserî Başûrê Kurdistan’ê operasyoneke berfireh dimeşîne. Bi dehan gundên li Behdînan û Qendîl’ê hatin vala kirin. Em jî di vê xelekê de bi Rojnameger Dilshad Anwar re li ser êrîşên Tirkiye’yê yên ser Başûrê Kurdistan’ê dipeyivin.
Fri, 19 Jul 2024 - 28min - 400 - Îran: Reformxwazekî bê hêz û destûrFri, 12 Jul 2024 - 36min
Podcasts similar to COSMO Kurdî
Alles Geschichte - Der History-Podcast ARD
Kein Mucks! – Der Krimi-Podcast mit Bastian Pastewka ARD
Mit den Waffeln einer Frau barba radio, Barbara Schöneberger
IQ - Wissenschaft und Forschung Bayerischer Rundfunk
Easy German: Learn German with native speakers | Deutsch lernen mit Muttersprachlern Cari, Manuel und das Team von Easy German
Eine Stunde History - Deutschlandfunk Nova Deutschlandfunk Nova
Psychologie to go! Dipl. Psych. Franca Cerutti
Kriminalhörspiel Hörspiel und Feature
Wissen mit Johnny Johnny
MORD AUF EX Leonie Bartsch & Linn Schütze
RONZHEIMER. Paul Ronzheimer
Sinnlos Märchen RADIO PSR
Im Visier – Verbrecherjagd in Berlin und Brandenburg rbb
Geschichten aus der Geschichte Richard Hemmer und Daniel Meßner
Verbrechen von nebenan: True Crime aus der Nachbarschaft RTL+ / Philipp Fleiter
Das Wissen | SWR SWR
Podcasts von Tichys Einblick Tichys Einblick
Other Society & Culture Podcasts
Lanz + Precht ZDF, Markus Lanz & Richard David Precht
Aktenzeichen XY… Unvergessene Verbrechen ZDF - Aktenzeichen XY
Machtwechsel Dagmar Rosenfeld und Robin Alexander
Mordlust Paulina Krasa & Laura Wohlers
Gemischtes Hack Felix Lobrecht & Tommi Schmitt
Gysi gegen Guttenberg – Der Deutschland Podcast Open Minds Media, Karl-Theodor zu Guttenberg & Gregor Gysi
Verbrechen DIE ZEIT
Julia Leischik: Spurlos Julia Leischik, Sylvia Lutz
{ungeskriptet} - Der Meinungsfreiheit verpflichtet. Ben Berndt
Baywatch Berlin Klaas Heufer-Umlauf, Thomas Schmitt, Jakob Lundt & Studio Bummens
Hotel Matze Matze Hielscher & Mit Vergnügen
Einschlafen mit Biografien Schønlein Media
Bratwurst und Baklava - mit Özcan Cosar und Bastian Bielendorfer RTL+ / Bastian Bielendorfer, Özcan Cosar
Nightlounge bigFM
Lage der Nation - der Politik-Podcast aus Berlin Philip Banse & Ulf Buermeyer
Vatikangeflüster - Der Andreas Englisch Podcast - auch für Atheisten Andreas Englisch und Heike Kleen
C dans l'air France Télévisions
ZEIT WISSEN. Woher weißt Du das? DIE ZEIT
Affaires sensibles France Inter
Terra X History - Der Podcast ZDF - Terra X
